· Gotinên xav napijin bê tav, helbest, Almanya, 1981. Helbestên vê dîwanê hêja Hemereş Reşo ji kovarên Hawar û Ronahiyê daye hev û pêşgotina xwe û pêşgotina Dr. Nûredîn Zaza çapkir.
Osman Sebrî di sala 1905ê de li gundê Narinceya Kolîka Semsûrê çêbûye. Bavê wî serokê êla Mêrdêsiyan bûye. Dema Osman Sebrî hêşta zarok bûye, bavê wî li sala 1915ê çûye ber dilovaniya Xwedê û apê Osman Sebrî ku bûye serokê nû yê êlê, ew xwedî kiriye.
Di 16 saliya wî de apê wî Şikrî Axa jinek jê re anî û wisa ji xwendinê dûr ket. Ji wê jinê sê kur, du ji wan zû mirin û yê siyan kurê wî Welato bû.
Piştî Serhildana Şêx Seîd, Osman jî digel herdu apên wî Şukrî û Nûrî li sala 1926ê hatine girtin û li zîndana Amedê hatine darve kirin. Osman du salan di zindana Denizliyê da maye û piştî efûyeka giştî, li sala 1928ê hatiye berdan.
Di sala 1929ê de, careka din Osman digel 26 serokên kurd tê girtin, lê dîsa zû tê berdan. Ew di 24ê kanûna paşîn ayê pêşîna 1929ê de direve Sûriyeyê, bi maweya du salan wekî endamê Partiya Xoybûnê xebat dike û di kovara Hawarê de li ser mijarên cihêreng dest bi nivîsandinê dike. Gelek helbestên wî hatine çap kirin û hîn yên ne çap kirî jî hene.
Di 1944an de Apo Osman Sebrî de ji nû ve dizewice û xanima wî çerkesî bû. Bi tevahî pênc zarokên wan hene, sê kur Hoşeng, Hoşîn û Heval (m. 8 çiriya paşîn 2023) û du keç Hingir û Hêvî.
Sala 1957ê Apê Osman ligel hin welatparêzên kurd, di xebata damezirandina Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê de cih digire û wekî sekreterê partiyê tê hilbijartin.
Osman Sebrî roja 11ê kanûna paşîn a sala 1993ê diçe rehma Xwedê û li gundê Berkevirê, li binxetê tê veşartin.
Jiyana dîrokrêzî ya Osman Sebrî (Apo)
1905 - Ew di 7ê kanûna paşîn a 1905an de li gundê NarinceyaKolikaSemsûrê çavên xwe vedike.
1915 - Bavê wî Sebrî Axa ji ber nexweşiya tîfo di bihara 1915an de diçe ber dilovaniya Xwedê.
1922 - Apê wî jinek jê re anî û wiha ji xwendina dibistana "Rûştiye" dûr ket.
1963 - 23.05 ya vê salê heya 31.12.1964 di girtîgehê de
1969 - 14.06 ya vê salê dikeve nav Kurdistana Bakur, ji ber ku di 16.03.1969an de biryara 2 sal girtîgehê li ser hatibû dayîn
1972 - heya sala 1973an dîsa di girtîgehê de, li Şamê
1973 - Dewleta Sûrî ji bo wî biryara çavnêriya nêzîkî (Nezareta binçavî) ya temendirêjiyê dertîne û heya dawiya jiyana xwe di bin kontrola polîsên Surî de jiya.
Kurtehelbestek ji Osman Sebrî
Maf
Ger zilmê hene top û tifing, keştî û leşker
Têk de dişîne ser xwedîmaf pê rê dike şer
Ew tev nikarin destên wê yên pola bibestin
Zorbaz û sîtemkarên keleş tê de diwestin
Her maf wekî ro nayê veşartin bi tevayî
Bayek tê, dibe ewrên di reş, zû dike sayî
Gotinên xav napijin bê tav, helbest, Almanya, 1981. Helbestên vê dîwanê hêja Hemereş Reşo ji kovarên Hawar û Ronahiyê daye hev û pêşgotina xwe û pêşgotina Dr. Nûredîn Zaza çapkir.