Berî 5000 salan kurd li bajare Mûsilê hene.[çavkanî hewce ye] Di destpêkê de, di dema aşûriyan, navê bajar Nînewa (Neynewa) bû. Wexte mitaniyan kurd li Mûsilê hebûn,[çavkanî hewce ye] navê bajar Muisil bû, ne Musil. Ereban navê Mûsilê gihorand bû Musil. Berê hatina Araban kurd li wi bajarî hebûn. Niha 50% ji xelkê bajêr kurd in. Wekî din li bajêr ereb, asûrî, ermenî, kurdên êzîdî, sunî, û kurdên şabak dijin.
Di meha xizîrana 2014an de ji aliyê Hikûmeta Îraqa Federal ve hate ragihandin ku ketina bajarê Mûsilê bo jêr desthilata DAÎŞê bêdeng bû û civata parêzgeha Mûsilê jî daxwaz kir pêşmerge maytêkirinê bike û danûstandin bo vê pirsê hate kirin.
Li gorî çavkaniyan, "Mûsil bi temamî ketiye di destê (DAÎŞ)ê de, lê heta niha hikûmeta Îraqê li beramber alozyîn Mûsilê bêdeng e, niha danûstandin têne kirin ku hêzên pêşmerge bo wan deveran bêne hinartin ji ber ku bi tenê pêşmerge dikare rewşa Mûsilê aram bike[1]".
Xelkê Mûsilê bi kom yê ber bi herêma Kurdistanê û parêzgeha Dihokê ve tên û Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir hevkariya xelkê Mûsilê di vê rewşê de ji Hikûmeta Federal kiriye.
Di xizîrana 2014an li parêzgeha Dihokê sê kampên penaberên mûsilî hatin avakirin.
Çavkanî
^Beşar Kîkî, serokê civata parêzgeha Mûsilê, Rojnameya War, 11.06.2014.