Jan Dost romannivîs, helbestvan, wergêr û nivîskarekîkurd e.
Jiyana wî
Ew di 12ê adarê sala 1965 an de li bajarê Kobanî hatiye dinyayê. Xwendina xwe heta lîseyê li Kobanî qedandiye. Ji sala 1985 an heta 1988an li zanîngeha Helebê fakûlteya zanistê beşê Biyolojiyê xwend, lê temam nekir.
Jan Dost di dehsaliya xwe de dest bi nivîsîna helbestên erebî kir paşê ji panzdesalî de qulipî zimanê kurdî. Çîroka wî ya yekem Xewna Şewitî sala 1993 an di pêşbirka kurteçîroka Kurdî de li Sûriyê xelata yekem stand. Her wiha li Tirkiyeyê jî li ser sehneyê hatiye lîstin. Ji bilî wê çîrokê, Jan Dost çend çîrokên din j nivîsandine, wek Mistek ax ku sala 2007 an li Almanyayê bû kurtefîlmek, û rûyekî şêrîn û hinin din.
Her wiha gelek helbest û lêkolîn bi erebî û kurdî di rojname û kovarên cihê de weşandine. Jan Dost di malpera Diyarnameyê de di quncika xwe ya bi navê Şevnem de ji 2007an heta 2012 nivîsar dinivîsandin.
Jan Dost ji sala 2000î de li Almanyayê dijî û ji adara 2009 an de hemwelatiyê Almanyayê ye.
Berhemên wî
Romanên bi kurdî
Mijabad Weşanxaneya Belkî, Amed, Sibat 2003. wergerandina bi tirkî Sisli Şehir. Kawa Nemir. Beybun Enqere 2004
Xanî û Cizîrî: du stûnên wêjeya kurdî. Dara. Diyarbekir. 2018
Medya û Rojnamevanî
Kovar û Rojname
Torevan. Edîtor. Sûrî. 1986-1987
Welat, Welatê Me û Azadiya Welat. Nûner û nivîskar. 1992-2002
Avesta. Edîtor. Almanya. 2000-2002
Pêl. Edîtor. Almanya 2003
Diyarname. Qunciknivîs. 2007-2012
Hecelname (حجلنامه ). Edîtor. Swêd. 2003-2005
Tv`yên ku bi wan re xebitiye
Medya Tv. 2001-2002. Bruksel. Nûçexwan û bernamevan
Zenûbya Tv. Bruksel. 2009-2010. Nûçexwan û bernamevan
Fîlm
Mistek ax. ev çîroka jan Dost ji hêla derhênerê kurd Şiyar Ebdî bû kurte filmek
Şano
Çîroka xewna şewitî ku xelata yekem di pêşbirka çîroka kurdî li Sûriyê sala 1993 an wergirt, li Tirkiyê û Kurdistana bakur bû şano û li ser sahneyê hatiye lîstin.