Zehawî kurrê Emîr Ehmed e, navê kalikê wî jî Hesen e. Malbata Zehawî ji Emîr Silêman Paşa aciz bûbûn ji ber wî koçî cem Mele Ehmedê Zehab kirin wê demê sala 1834an de Zehawî tê dinyayê loma navê wî Zehawî lê dikin.
Li bajarê Silêmaniyê li cem Resûl Zekî û Merûfê Nûdhî perwerdehiya xwe standiye, dura jî li cem Muhemmedê Resûl xwendina xwe qedand û destûrnameya xwe stand û zivirî Silêmaniyê di mizgefta Ebdurehman Paşa de ders da.
Sala 1854an de bû miftiyê Bexdayê û heta dawiya temenê xwe muftîtiya Bexdayê kir û di 1890an de mir.
Mele Husên Peşderî, Şêx Ebdulwehab en-Naîb û Ebdurehmanê Qeredaxî li cem wî xwendine.