Navê wî yê rastî Omer e[2], ji Erziromê ye. Paşê çûye Stembolê û li wê derê di karên dewletê de wezîfe standiye. Lê ji ber rexne û gazinên xwe gelek caran têkiliyên wî û serwêran xirab bûne, û di dawiyê de ew xeniqandine. Digel zimanê kurdî û osmanî, wî zimanê farisî û erebî jî baş zanibûye. Ji bilî dîwanên wî yên osmanî û farisî, bi navê Sîham-i Kaza (Tîrên qedayê) berhevokek wî ya hîcîvan jî heye. Niha hay ji berhemên wî ya bi zimanê kurdî tune ne ka nivîsandiye yan na.
Kesekî ku ji alî Nefî ve hatiye hîcîvkirin, ji bo ku Nefî xirab nîşande wî bi bûyîna (kurdê pîs) tawanbar dike: