Şêx Memdûhê Birîfkî (jdb. 1911 Dihok -m. 1976) nivîskarekî kurd e.[1] Birîfkî di 1911an de li gundê Badê ku girêdayê bi bajarê Dihokê ve ye, hatiye dinyayê. Navê bavê wî Şêx Muhsin e, bapîrê wî Şêx Ebdulcebarê kurê Ebdulqeharê kurê Ebdullahê kurê Ebdulcebar e. Ew bi koka xwe, digîhîje malbata Şêx Nûredînê Birîfkanî yê bi navûdeng ku ew malbat bi koka xwe ji Bakurê Kurdistanê, ji bajarê Xelatê ye. Şêx Memdûhê Birîfkî di Rêçika Qadirî de şêxekî navdar bû û li her çar beşên Kurdistana dabeşkirî rind dihate naskirin, du caran jî çûye Hecê. Ew malxweyê sê jinan, bavê yazdeh kur û pênc keçan bûye.
Şêx Memdûh Birîfkî piştî ku xwendina xwe kuta kiriye, çûye bingeha xwe li Dihokê vegirtiye û li jiyanê domandiye, herweha li wir bûye serokê Beşa Yekîtiya Nivîskaran a li Dihokê jî. Ji berhemên wî, agahdariya me tenê bi dîwaneke wî heye
Şêx Memdûhê Birîfkî di Yazdehên Nîsana 1976an de li Bexdadê dinya ruhn lê tarî bûye. Niha laşê wî yê paqij li Goristana Dihokê dimîne û gora wî devereke bi navûnîşan e.
Şêx Memdûh pêşî li gundê Birîfkanê sê salan li cem Hacî Mela Ebdullahê Ertûşî ku dersdarê Tekyeya Birîfkanê bû xwîndiye. Piştre çûye gundê Spîndarê û li wir jî nêzî salekê li cem Mela Ehmedê kurê Mela Ebdulxaliq xwîndiye. Paştre çûye Hêşeta Mezin a li nêv Mizûriyan û li wir demekê maye, li Tekyaya Şêx Ebdurehman Ertûşî li nik dersdar Hacî Mela Ehmed xwendiye. Piştî demeke dirêj ku li wir maye, îcar çûye gundê Kemekayê û li cem dersdarê hêja Hacî Mela Îsa kurê Salihê Kemekî xwendiye. Li Kemekayê nêzî du salan digel pismamên xwe Şêx Celaledînê kurê Şêx Nûrî, Zeynelabidînê kurê Muhyedîn, Ebdulcebarê kurê Ebdulqehar û birayê xwe Ebdulhemîd xwendiye. Paştre Şêx Memdûh ji Kemekayê çûye Zaxoyê û li cem Seydayê zana Mele Ehmedê kurê Mela Evdilxaliq xwendiye, li wir domandiye heta ku xwendinnameya seydatiyê ji dersdarê hêja Mela Ehmed wergirtiye.
Şêx Memdûhê Birîfkî helbestvanekî desthel, pir jîr û zîrek bûye. Çewa ku di helbestên wî de jî diyar dibe, di vehandin û lihevanîn, kêş, nikl û darêjtinê de li ser cûreyên klasîkî yên kurdî çûye. Xasma ew di vehandin û kêş û sengandinên Melayê Cizîrî û yên Feqiyê Teyran de gelekî têgihaştî û zana bûye. Bi taybetî jî ew heyran û rêzevanê Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî bûye. Herweha li ser rêça wan çûye, di babet û şûfê helbestên wan de jî helbest afirandine.
Belam tiştê ku tête ber çavan; Birîfkî li ser awayên hozanvanên Sedsala Bîstî pir bizavker bûye û her li ser şopa wan çûye, heta ji dest hatiye helbestên xwe bi kurdiyeke safî ristine û bi bêje û hevokên kurdî xemilandine.
Herweha Şêx Memdûh bi xeysetê rêberek ji yên Rêçika Qadirî, li her çar beşên Kurdistanê jî pir geriyaye û di wan geryan û rêwîtiyên xwe de gelek destnivîs û berhemên kurdî berhev kirine û ew ji mirinê rizgar hiştine. Lê li gorî gotinan, gelek ji wan berhem û bermayên ku hatine berhevkirin, heta niha jî derneketine ruhniyê û nişa xwe danexistine nêv adana çanda kurdî.
Ev çend helbestên Şêxê Birîfkî li jêrê wek nimûne rûqalî çavan dibin. Xasma ya bi sernavê "Welatê Min" ku zêdetir balkêş e:
Welatê Min
Şax û daxên welatê me pir e ji şengebiya
Çîçek û alal û beybwîn qul bi qul ketne çiya
Nêrgizên serdigiran şermendeê xemla te ne
Li çîmenêt nazik û ter sinbil diden avrwîya
Sorgulên sîmaê rengîn terzena girtî xunav
Daxedar im bo binevşên xurmeyî li ber keviya
Çarkinarê keviya sosin û sinbil xemilîn
Mêr û baxêt di beheştê didene ber çikiya
Heçî coma tu binê bexçeyê Ridwan e welat
Baxê Îrem te hebit dê bideyne mizgîniya
Rez û bax û çîmena şalwîl û balwîl dixwînin
Deng û awazê şirîn kevte nihal û geliya
Miriyê biyanî lê danî, sê şeva dê jîteve
Her dema binêrî bihar e, kanê noşdar e giya
Ax jê zêr e, çiya binêre durr û elmas in hemî
Çend cewher cumle yekser wê ji nik me çûn çiya
Kan û gencên di welatê me pir in, mal dane yek
Sedhezar in tev bijar in, makê kîmiya ye giya
Serwerê çendî cîhan heq bê guman erdê me ye
Qurteka (qurçeka) avê ji dola sax diket bitivariya
Heçî vî erdî bibînit paşî jê bibene derê
şêt dibit hadir di gavê û har dikevte riya
Bes bibêje, kêm birêje, Exlatî nasê ji mêj e
Cih biheşt e, çiya û deşt e, av heyat e li kaniya
Çewa ku ji van herdu helbestên li jêrê diyar dibe, Şêx Birîfkî ne tenê di
welatparêziyê de, herweha di evîn û bengîtiyê de jî pir xametûjî kiriye û kela dilê xwe rijandiye:
Evîna Memdûh
Ev ro ji xeman bê çare û vanedil im ez
Agir di hinava wekî gazê disojim ez
Agir di hinava te kirî şibhê tenwîrê
Ser ta qedem rengê bîhê helpevijim ez
Jan têne giyanim weku bilbil bi fîxan im
Perwane ez im, sotim û bê deng dimirim ez
Xwînrêj e ji çavan wekî barana biharê
şev ta seherê dwîr ji xewê her digezim ez
şev gorî digel te ji me ra Eynîheyat e
Ger bêyî li ser min, li mirinê xwoş dibezim ez
Çavnêrî li te derdê evînê li me diyar kir
Her çendî veşêrim ji serî her dihejim ez
Deh sal in ji derdê te xem û tah diyar in
Ma hêj tu nuzanî dikelim ez
Memdûh ji derda dil û canê xwo di ser da
Ma hêj ne bes, dil sotî, sûretpel im ez.
Laleşîn
Ez çûme Laleşînê
Li nav Elkî û Bilîsa
Min dî li wê cuwanek
Wek fenerê teyîsa
Şengeşirîn û nazik
Xunçeleba pelazik
Derhal me can bû gazik
Ji derdê evînê dîsa
Min gote wê: Tu rind î
Şengeşirîn û qend î
Li ber katuyê bilind î
Wek Tûrê Nebî Mûsa!
Go: Ez şirîn û şepal im
Bi qed û xet û xal im
Kurdistana delal im
Kevtime destê pîsa!
Şêxê Birîvkî vê helbesta xwe ya li jêrê jî, li gora nikl û mezeya helbestên Feqiyê Teyran ristiye:
Dîlberê
Dîlberê, dara şirînê
Jaro, bêmalo, dilo
Kevtiyîne derdê evînê
Ay dilê min, ay dilo!
Kevtine ber derd û janê
Wek Memê sotî gumanê
Ah! ji destê vê ciwanê
Ay dilê min, ay dilo.
Şêx Birîfkî vê helbesta xwe ya li jêrê jî, li gorî nikla helbesteke Melê Cizîrî ristiye û wek diyarî pêşkêşê kovara HAWAR-ê kiriye:
Roj bête der, al sor û zer
Ev ro li ser banê te bit
Her dem bijî, bi keyf û xweşî
Çejna te jî pîroz bibit
Li baxçê gulan, li nav sinbilan
Seyran bikî şahê dilan
Bi keyf û sema, dwîr bî ji xema
Çejna te jî pîroz bibit
Heyva li ser te Çarde bit
Daîm bihar li erdê te bit
Li te çi mirad, her we bit
Çejna te jî pîroz bibit
Hindî ku padişah hebin
Hemî li ber pêyê te bin
Daîm di ferwara te bin
Çejna te jî pîroz bibit
Her dem şeva te ron bibit
Ji dil şahya te xwoş bibit
Çend roj hene her çejne bit
Çejna te jî pîroz bibit
.......................
Memdûh divêt ev hal e bit
Çejna te jî pîroz bibit.
Ev helbesta Birîfkî ya li jêrê jî, bo şadiya Beyannameya 11ê adara 1971 hatiye ristin:
Spêdeya Yazdey Adarê
Ron kirin li çiya û deşt
Şahiya li serê Biharê
Kurdistan dîsa bû rewşen
Kurdistan dîsa bû rewşen
Mêrg û çîmen xemilîn
Surperî hatine semayê
Xwoş kirin sêran û geşt
Çejne bûn du li vê Biharê
Nevroz û Yazdê Adarê
Rabe da em biçine karî
Serê sala me gehişt.
Berhem
Laleşîn (Helbest, 1977 Stockholm, ji aliye Zahid Birîfkanî)