Di gel xêzana xwe li bajarê Dihokê akincî dibe, û li wir xwendina xwe ya seretayi û amadeyi dike. Endamê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bû, û tê de gihiştiye pîla endamê mekteba sekreteriyatê (1959 - 1974). Di sala 1974an de, Zanîngeha Musilê / koleja wêje / beşa zimanê îngilizî bi dawî aniye.[1]
Herwekî
Wek mamoste tê damezirandin li amadeya Birayetî / Duhok, paşshan di sala 1984an de dibe rêveber li navinciya Memê Alan / Dihok.
Di roja 8. 4. 1993an de wek rêveberê giştî yê çand û hunerî di wezareta çanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê damezrandin û ta niha berdewame di vî karê xwe de.
Her ji roja 11. 10. 1970an de bûye endamê Yekîtiya Nivîserên Kurd. Di piraniya desteyên rêveber ên Êketiya Nivîserên Kurd liqa Duhokê de hatiye hilbijartin wekî sekreter. Her wisa hatiye helbijartin wekî endam di desteya rêveber a Yekîtiya Nivîserên Kurd li herêma Kurdistanê her ji sala (1984-1991). Wek nûnerê tayê Kurdistanê hatiye hilbijartin û wekî endam di civata navîn a Yekîtiya nivîserên Iraqê her ji sala 1986 - 1991 cih girtiye.[2]
Di biyave rojnamevani u niviskariye de ji pir kar encamdayne u ci stendine, weke Endamê desteya nivîsîna kovara Beyan bûye, ya ku ji aliyê dezgehê çand û balavkirina kurdî li Bexda ve dihate weşandin. her wisa Endamê desteya nivîsîna kovara Nûserî Kurd xula sisyan bûye, Endamê nivîsîna kovara Peyv bûye, ya ji aliyê Y.N.K /Dihok tê weşandin, Wek sekreterê nivîsînê di kovara Metîn de xula sisyan karkiriye ji hejmar 1-18.[3]
Di sala 1997an de sernivîserê kovara Karwan bûye, ji hejmar 107 - 114, ya ji aliyê Wezareta çanda hukmeta herêma Kurdistanê ve tête weşandin. Her wisa Sekreterê nivîsîna kovara Karwanî Ekadîmî bûye, ya ji aliyê wezareta çanda hukmeta herêma Kurdistanê ve tête weşandin, disan Sernivîserê kovara Dicle ye, her ji weşana wê û ta niha.
Di piraniya kovar û rojnameyên kurdî de yên ku li Iraqê hatine weşandin berhemên xwe (vekolînên edebî, rexneyî, folklorî, babetên dîrokî li ser dîroka Kurdan) weşandine.[4]
Meyro, komeka çîrokên mamoste Mihemed Emîn Bozarslan, ji pîtên latînî vegûhastîne ser pîtên erebî 1985
Gulçîn a mamoste Ordîxanê Celîl, ji tîpên eklirlî (Sulavî) vegûhastiye ser pîtên Erebî 1988
Şoreşa Îlonê li Kurdistana Iraqê, Danan ( Fisol mîn Sewret Eylul fî Kkurdistan El-Iraq / Bi Zimanê Erebîye ) 1995
Rêberê Parêzgeha Duhokê, Danan (Delîl Muhafezet Duhok / digel çend nivîserên din - Bi du çapan yek bi zimanê Erebî û yek bi zimanê Ingilîzî) 1995
Hozêt Kurdî li Bakurê wilayeta Musil, wergerandin ji zimanê ingilîzî 1996
Festîvala Xanî, berhevkirin û çapkirin, 1996
Partî li ser demê mişextbûna Barzanî, Danan, 1998
Amediyê di çend çerxên cuda cuda de, danana Ebas Ezawî , tujandin (Omadîye fî muxtelef el-isor), Bi Zimanê Erebîye.
Yobîla Zêrîna Pêşmergeyî, berhevkirin: şewket şêx Yezdîn, vegûhastin ji pîtên erebî û diyalêkta kurmanciya jêrî bo ser pîtên latînî û diyalêkta kurmanciya jorî 1999
Barzanî Xwe Nade Dest Kesê, wergêran: şewket şêx Yezdin, veguhastin ji pîtên Erebî û diyalêkta kurmanciya jêrî bo ser tîpên latînî û diyalêkta kurmanciya jorî 2001
Kelên Badinan û Çend cihên wê yên Şûynwari (Kila' Badinan we be'iz mewaqi' eleserîye fîha), Danan, Bi Zimanê Erebîye, Duhok - 2012)
Kelên Badinan û Çend cihên wê yên Şûynwari (Kila' Badinan we be'iz mewaqi' eleserîye fîha), Danan, Bi Zimanê Erebîye, Lenden - 2013)[5]
Zimanê kurdî li devera Badînan, wergêran, (Bi Zimanê Erebî ye) 2012.[6]