Ji ewil kes nediye heta vî zemanî
Bi vî tertîbê xasima bi vî lîsanî
Lîsanê Kurmancî çil bav û kala
Hêj nizanî bi xwendina mah û sala
Kelbê kûtxwar bi kêr şivanî nayê
Cahilek nezanî Xwidê nedayê
Ey cahilê malxirab û wêran
Neke de’wa meydana piling û şêran
Tu ku ehmaq î lîsanê abaê xwe nizanî
Şerim heya bike tu kêmtirê ji sanî
Îlmê Erebî nûrek xayet minewer
Ji bo kêm kesan Xwidê dike miyaser
Bi îlmê Erebî nav xwe dikî tu me’lûm
Bê zanîn li dinya axret xwe dikî rezîl û mehrûm
Ger finûnê hemî îlman bizanî
Weqta emel nebe cahilek nezan î
Ger nehw serf û mentiq bixwînî jî ezber
Dema emel nebe mecnûnekî dînî ebter
Ne ji bo Xwidê ilim dixwînî dizanî
Belkî ji bo xwarina cîfeyê dinya fanî
Nebêje yê gotî meanid û nezan e
Ya heq weha ye çawa ku Xwidê dizane
Sed hezar selat û selam her zeman
Li ser wî al eshaba her weqt în û an
|