Dînewerî di sala 815an an jî 820an de li Rojhilata Kurdistanê li bajarê Kirmaşanê ji dayik bûye. Navê wî yê rastî Ehmed e, Navdanka wî Ebû Henîfe (Bavê Henîfe) ye, Navê bavê wî Dawid e û navê kalikê wî jî Wenand e.
Wenand bixwe li ser dînê zerdeştîtiyê bû piştî Belavbûna îslamê bûye misilman.
Dînewerî bernavka xwe cihê ku lê ji dayîkbûye ji Herêma Dînewerê digre û di 24ê tîrmehê 896an de li Dînewerê wefat kiriye.[3]
Perwerdehî û xebatên Dînewerî
Dînewerî perwerdehiya xweya stêrnasî, matematîk û mekanîkê li bajarê Îsfehanê girtiye, perwerdehiya xweya fîlolojî û helbestiyê jî li bajarê Kufe û Besreyê girtiye. Li Kufeyê li cem Îbn Sikkît (m. 858) ders hildaye.
Dînewerî zanistvanê kurd yê pirralî ye, ne tenê li ser qadek du qadan di gelek qadan de çixir kolaye û rê daye pêş zanyarên dû xwe.
Di warê riweknasiyê de, di warê ajalnasiyê de, di warê zimannasiyê (fîlolojî) de, di warê mentiqê de, di warê dîrokê de, di warê erdnîgariyê de, di warê astronomiyê de, di warê meteorolojiyê de, di warê matematîk û mekanîkê de berhem nivîsiye û van berhemên wî ji alî zanyarên mezin ên dû wî weke çavkaniyên herî bi bawerî hatine bikarhanîn. Di heman demê de avakarê îlmê qethiyetê ye. Di nava misilmanan de weke "Bavê riweknasiyê" hatiye bi navkirin. Ji ber ku bi pirralîbûna xwe bala gelek zanyarên biyanî kişandiye, gelek zanyarên biyanî li ser lêkolîn kirine. Li Ewropayê di derdora zanistî de weke "Dehayê Kurd" tê naskirin.[4]
Dînewerî di derdorê sala 850î de ji bo xebatên xwe yên li stêrnasiyê çavdêrî ava kiriye û du sed sal ev çavdêriya wî hatiye xebitandin. Ebdurehman Sûfî di sala 946an de tê Dînewerê digere çavdêriya Dînewerî dîtiye lê piştî erişên mongolan ev çavdêrî bi temamî ve hatiye xirabkirin. Bîrûnî bi xebatên Dînewerî ên li ser stêrnasiyê pir bawer kiriye.
Di Serdema zêrîn a îslamê de gelek pirtûk li ser zanist û dîrokê nivîsandiye. Pirtûka wî a herî bi nav û deng "Kitab el-Nebat" (Pirtûka riwekan) ye. Her çiqas pelên wî negîhîştibin wexta me jî, Dînewerî 13 cîld jî tefsîraQuranê nivîsiye. Yaqût Hemawî (1179–1229) ji bo tefsîra Dînewerî gotiye: "Pêşiya wî tu kesek weke Dînewerî baş Quranê tefsîr nekiribû".
Xebatên wî yên li ser kurdan
Dînewerî bûye ji zanyarên yekem ku li ser dîrok û antroplojiya kurdan lêkolîn kiriye û pirtûkeke bi navê "Ensab el-Ekrad" (Jêdera Kurdan) nîvîsandiye. Di vê berhema xwe de ji dîrokên kevnar heya roja xwe bav û kalên kurdan girtiye dest. Dîsa di dîrokê de yekem car wî xerîteya Kurdistanê xêz kiriye. Navê Kurdistanê di xeriteya xwe de bikarhaniye.[5][6]
Her çiqas ev berhema wî negihiştîbe roja me jî, di gelek berhemên dîroknasan de behsa vê berhemê dikin. Ji ber vê xebata wî ya li ser kurdan Dînewerî wek Kurdologê herî mezin û pêşîn jî tê qebûlkirin.
Gotinên ji bo Dînewerî
Berhemên Dînewerî bala gelek lêkolîneran kişandiye. Di der barê Dînewerî de ji zanyaran çend nirxandin jî wisa ne:
Mîna gelek kesên di dema wî de jiyan Dînewerî jî ne kesayetekî bi demekê an bi komekê bisînor e. Berovajî kesayeteke hemû deman û cîhanî ye. Dema berhemên wî tên lêkolînkirin yekser tê dîtin ku Dînewerî bi nerîna kurdekî mijaran digire dest. Lewma jî berhemên wî yên destpêkê der barê reh û kokên kurdan de ne.[7]
Piştî lêkolînên hezar salî, bêhtir ji pirtûkên Dioskûrîdês û Teofrastos yên grekan sûd dihate wergirtin. Lê di vê mijarê de berhema Dînewerî ji aliyê agahî û naverokê ve berfirehtir e. Dînewerî ne tenê aliyê nebatan yên xuya dike, aliyê wan yên tibî, xwarinê û hemû taybetmendiyên din tarîf dike. Hemûyan tasnîf dike û şert û mercên lê şîn dibin û digihin tarîf dike. Berhema Dînewerî ji berhemên Dioscorides û Theophraste yên yewnan ku wan jî li ser netaban nivîsaniye berfinehtir e.
”
Yaqût Hemawî di berhema xwe a bi navê Ebû Hayyan et-Tewhîdî Takrîzu’l de gotiye ku;
“
"Dinya heta ku bigere behsa berhem, zanîn û fezîleta Dînewerî, Cahiz û Ebu Zeyd bidin dîsa jî kêm e"