Ji ber tevgerên xwe yên siyasî di sala 1981an de hatiye girtin û 21 salan girtîgehê de ma.[2] Piştî derketinê tevlî xebatên çand û wêjeyî bûye. Wek rêveberê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û edîtorê Kovara Zend xebitiye.[3] Di sala 2007an de wek qunciknivîs û edîtorê Azadiya Welat xebatên xwe berdewam kirine. Nivîsên wî di kovara Çirûsk, malperen Amîda Kurd, Diyarname, TZP Kurdî, Arya Haber de hatine weşandin.[4]