1925 – Dadgehên serxwebûnê ku gelek serok û siyasetmedarên kurd ên weke Şêx Seîd, Dr.Fuat Kemal û her wekî din bi mirinê darizand û bi darvekirin, hatin sazkirin.
1944 – Rojnameya hefteyî ya bi navê „Kohistan" li paytexta ÎranTehranê derket.
1966 – Li Gimgimêerdhejeke bi mezinahiya 5,6 qewimî. Di encamê de 14 kes mirin û 75 kes jî brîndar bûn.
1906 – Yekem car mafê dengdanê li Fînlandê ji jinan re hate dayîn.
1912 – Yekem kesê ku di cîhanê de xwe bi paraşûtê avêt kesekî bi navê Albert Henry bû. Vî mirovî li Amerîkayê li ser çemê Missouriyê xwe bi paraşûtê avêt.
1990 – Rojnamevan û nivîskarê rojnameya Hürriyetê Çetin Emeç dema ku ji mala xwe ya Suadiyeyê diçû ser wezîfeya xwe, bi awayekî faîlê wê ne diyar, ji aliyê hin kesên nasnameya wan ne diyar ve hate kuştin.
1993 – Polêsên tirk li navçeya RihaHewencê avêtin ser malekê û kurê Mehmet Gülê serokê navçeyê yê DYP'yê gulebarankirin. Di encama otopsiyê de di laşê Gül de dewsa 61 fîşekan hate dîtin.
1998 – Serokê sendîkaya Limter-İş'ê Süleyman Yeter, di bin çavan de ji aliyê polêsê tirk ve hate kuştin.