Xelata Nobel (bi swêdî: Nobelpriset; bi norwêcî: Nobelprisen) pênc xelatên cihêreng in ku di sala 1895an de bi wesiyeta kîmyanas, endezyar û pîşesazkarê swêdî Alfred Nobel ji bo kesên ku di sala borî de feydeyên herî mezin gihandine mirovahiyê têne dayîn. Di wesiyeta Nobel de hat destnîşankirin ku ev xelat di warên fîzîk, kîmya, fizyolojî an bijîşkî, wêje û aştiyê de bêne dayîn. Xelatên Nobel di qadên ku xelat têne dayîn wekê xelatên herî bi prestîj ên cîhanê tê dîtin.[1][2] Xelata yekemîn a Nobel di sala 1901ê de hatiye dayin.
Merasîmên xelatên Nobel her sal, salê careke tên lidarxistin. Ji bo wergirê xelatê ku wekê xelatgir tê zanîn madalyayek zêrîn a kesk, dîplomayek û xelateke diravî werdigire. Ji sala 2023an vir ve xelata diravî ya Nobel 11.000.000 kron e ku bi qasî 1.035.000 dolarên amerîkî ye.[3] Dibe ku xelatek ji sê kesan zêdetir neyê parve kirin lê Xelata Aştiyê ya Nobel dikare ji sê kes an zêdetir re were dayîn.[4]
Xelatên Nobel ku di sala 1901ê de dest pê dike û Xelata Bîranîna Nobel a Zanistên Aboriyê ku di sala 1969an de dest pê dike heya sala 2024an 609 car ji bo 975 kesan û ji bo 25 rêxistinan hatine dayîn. Heya sala 2024an pênc kes û du rêxistinan ji yekê zêdetir xelatên Nobel wergirtine.[5]