1993 – Li navçeya Mêrdîn, Şemrexê gundê Şemikayê hin kesên bi rûpoş bi şev avêtin ser malekê û di malê de karkerê kargeha Etibank Fostalê Halil Onen, kurê wî Orhan Onen kuştin. Dota Halil Onen Şemse Onen di dema serdegirtinê de brîndar bibû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin mir. Bûyer avêtin sûtiyê PKK'ê. Lê belê paşê derket holê ku bûyer ji aliyê tîmên taybet ve hatiye kirin.
1926 – Profesorê amerîkî Robert Hutchinson Goddard yekem roketa ku bi şewata gaza rahn kar dike pêşxist. Roketa ku bi gaz û oksîjena rahn kar dikir 12 metre û nîv bilind bû û 56 metre rê digirt.
1978 – Li ber zanîngeha Stenbolê 7 xwendekarên xwediyê ramanên şoreşgerî dema ji bo xwe ji êrîşan biparêzin li hev kom bûn, hêzên faşîst bombe avêtin ser xwendekaran. Di encama bûyera teqînê de 7 xwendekar jiyana xwe ji dest dan û 41 xwendekar jî brîndar bûn.