1982 – Ji kadroyên sazûmankarên Partiya Karkerên Kurdistanê Mehmet Hayrî Durmuş di rojiya mirinê de şehîd ket. Hayri Durmuş û hevalên xwe li dijî politika û pêkanînên derveyê mirovahiyê biryar girtin ku dest bi rojiya mirinê bikin, her wiha di 14ê tîrmeha1982an de çalakiya rojiya mirinê destpê kir. Di roja 60 an ya Berxwedanê de Hayrî Durmûş jiyana xwe ji dest da.