Wî di hemî berên wêjeyê de berhem didan. Li ser zimanê înglîzî û zimanên romanî perwerde dîtiye. Li gelek cihan dersa fransî û înglîzî dida û derfet bidîta derdiket geran. Di destpêka şerê cîhanî yê duyem de tevlî hin rêxistinên berxwedêr ên îlegal dibe û li dijî faşîzmê têdikoşe. Pirraniya berhemên xwe bi fransî nivîsiye.