Peter Handke (Bilêvkirin: Pêter Hantke) (bûn: 6 Kanûna Paşîn 1942-) romannivîs, şanonivîs, paçveker û derhênerê filman yê awistiryayî ye ko di sala 2019ê de Xelata Nobelê ya Edebiyatê wergirt.
Li dawîya salên 1960an, ew bi şanonameya Publikumsbeschimpfung anko Bêrêzîya bi Temaşavanan û romana Die Angst des Tormanns beim Elfmeter anko Tirsa Golparêzî ji Lêdana Sizayê navdar bû. Ji ber xwekuştina dayika xwe li sala 1971ê, wî romana Wunschloses Unglück anko Bextreşîya Nexeyalkirî li ser jîyana wê nivîsî. Handke yek ji endamên Desteka Gratzê bû, ko komeka edebî ya nivîskaran bû li bajarê Gratzê. Ew damezrînerê weşanxaneya Verlag der Autorenê bû li Franfurtê. Wî di filma Der Himmel über Berlin anko Esmanê li hindavî Berlînê da harîkarîya derhênerê navdar Wim Wenders kir.
Handkeyî hindek xelatên dî jî wergirtine, ji wan: Xelatê Georg Büchner li sala 1973ê, Xelatê edebiyatî yê navneteweyî yê Vîlenîkayê li sala 1987ê, û Xelatê Şanoya Nestory ya Awistiryayê li sala 2018ê.
Çavkanî
|
---|
1901–1925 | |
---|
1926–1950 | |
---|
1951–1975 | |
---|
1976–2000 | |
---|
2001–2020 | |
---|
2021-heta îro | |
---|
|
---|
Navneteweyî | |
---|
Neteweyî | |
---|
Akademîk | |
---|
Hunermend | |
---|
Însan | |
---|
Yên din | |
---|