CJTF–OIR
Operasyona Xezeba Firatê, Xezeba Firatê an jî Operasyona Reqayê, destpêka operasyoneke ji 6ê çiriya paşîn a 2016an de heta 17ê çiriya pêşîn a 2017an bi hemleya yekem li dijî dagirkeriya Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (Daîş) ya li bajarê Reqaya Rojavayê Kurdistanê ye, ku bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (gelek ji van Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin) û Yekîneyên Koalîsyonê ve meşiya.
Ji bo destpêka Xezeba Firatê 30.000 şervanên QSDê tevlî vê şerê bûn. Duyemîn Hemleya Xezeba Firatê ya ber bi Reqayê di 10ê kanûna pêşîn a 2016an de bi qonaxa duyem dest pê kir. Ji bo piştgiriya hemleya duyem DYAyê 300 leşkerên din lê zêdeyê Xezeba Firatê kirin. Di heman katî de Tûgayek ji Opozisyona Sûrîya Azad da daxûyandin, ku ev jî tevlî vê şerê dibin.
{{citation}}