Serpêhatiyên Aliceyê li welatekî ecêb[1] (sernavê resen bi inglîzî: Alice's Adventures in Wonderland), romaneke ji sala 1865an ku ji hêla nivîskarê îngilîz Lewis Carroll (bernavkê Charles Dodgson) ve hate nivîsandin. Roman derbarê keçek ciwan e ya bi navê Alice ku di qulika kerguhan ve dikeve nav cîhana aşopî ya binax, ku ji hêla afirîdên ecêb û antropomorfîk ve tê de dijîn. Ew roman wekî yek ji baştirîn nimûneyên janra gewc a wêjeyî tê hesibandin.[2][3] Lîstika wê ya bi mentiq ji salmezinan û hem jî zarokan re populerbûna domdar dide çîrokê.[2]
Yek ji navdartirîn berhemên aşopiya îngîlîzî. Çîrok, pêkhate, karakter û wêneyên wê di çand û wêjeya popûler de, bi taybetî di cureyê aşopî de bandoreke pir mezin kiriye. Her wesa berhem bi kêmî ji bo 97 zimanan hatiye wergerandin. Mîrasa domdar gelek adaptasyonên ji bo şanogeh, nîşandêr, radyo, huner, parkên mijarê, lîstikên maseyî û lîstikên vîdyoyê pêk tîne. Carroll di 1871 de berdewamiyeke bi sernavê Through The Looking-Glass, û di sala 1890 guhertoyek kurtkirî ji bo zarokên piçûk, The Nursery "Alice", çap kir.