Di kovara Hawar de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye.
Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15ê gulana1932an de derket û heta 15ê tebaxa1943an 57 hejmar derketine. Cîhê xebata û weşandina kovarê paytexta SûriyêŞam bû. Hawar mehê du caran derdiket. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hawar ku di dîroka weşanvantiya kurdî de xwedî cihekî girîng e, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê kurdî çêbûye. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi kurdî, ji edebiyata kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin. Bi vi awayî Hawar di wêje û mijara zimanî de bûbû rewtek û ekolek û heta sala 1943an weşana xwe berdewan kir. Celadet di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn da wiha got:
Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê ye.
Li gel kurdî di her hejmarekî de 3-4 rûpelên frensî jî hebûn. Heta hejmara 23an nivîsên kurdî yê kovarê bi alfabeyên latînî û erebî derdiketin. Piştî vê hejmarê ew temamî êdî bi latîni dihat weşandin. Naveroka hemî hejmara dora 808 rûpelan vedigirt. Di hejmarên pêşîn da zêdetir nivîsên Celadet û birayên wî Kamûran Alî Bedirxan, ku êdî ew jî wê çaxê hatibû Libnanê, derdiketin. Piştî hejmara çarê gelek navên din jî tevlî wan bûn û gelek ji wan di demên dawîn da di wêjeya kurdî de bûn kesên navdar.