Yekîneyên Parastina Gel

Yekîneyên Parastina Gel
ÎdeolojîKonfederalîzma demokratîk
Serok
Qada operasyonêKantona Cizîrê ya Rojavaya Kurdistanê
Kantona Kobaniyê ya Rojavaya Kurdistanê
Kantona Efrînê ya Rojavaya Kurdistanê
Kantona Şehba ya Rojavayê Kurdistanê
Mezinahî50.000 (2014)- 80.000,(2016)[1]

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), hêzeke parastinê ya Rojavaya Kurdistanê ye ku piştî destpêka sorêşa Rojavayê Kurdistanê damezirandina xwe di sala 2011an de ragihandiye ku pêkhateya bingehîn a Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) pêk tîne.[2][3] YPG wekî hêza parastina gelên li Rojavayê Kurdistanê xwe birêxistin dike ku li herêmên wekê Qamişlo, Kobanê, Efrîn, Dirbêsî, Hesîçe û hwd, di destpêka dameziradina xwe de hêza xwe yên leşkerî bi fermandargehên xwe re avakirine. YPG Zêdetirî 600 kîlomêtre sinorê Rojavayê Kurdistanê diparêze.

YPG bi piranî ji kurdan pêk tê lê ereb û dildarên biyanî jî di nav de ne ku ew ji nêzîk ve girêdayî Konseya Leşkerî ya Suryaniyan e ku milîseke suryanî ye. YPG di sala 2011an de hatiye damezrandin ku di Şerê Navxweyî yê Sûriyê de bi lez berfireh bûye û li gorî komên çekdarên din ên kurdên Rojavayê Kurdistanê bi awayekê berbiçav mezin bûne. Milîsek xwişk, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), li kêleka wan şer dike. YPG di nava Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) de, bi taybetî li herêmên wê yên kurd çalak e.

Yekîneyên Parastina Gel di destpêka sala 2015an de serkevtineke mezin li dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) di dema dorpêçkirina Kobaniyê de bi dest xistiye. Di dema dorpêçkirina Kobanê de piştgiriya hewayî û bejayî ji DYAê û hêzên din ên hevbeş wergirtibû. Ji wê demê ve YPG di serî de li dijî DAIŞê û li dijî pêkhateyên DAÎŞê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne fînansê kirin şer dike.[4] Di dawiya sala 2015an de YPGê bûyw beşek ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yekbûneke ji komên cûda ku bi armanca ereb û kêmneteweyên din baştir bixe nava hewldana şer. Di salên 2016 û 2017an de, kampanyaya HSDê ya Reqqayê bûye sedema rizgarkirina bajarê Reqa, paytexta defakto ya DAIŞê. Ji ber vê çendê gelek çavkaniyên rojavayî YPGê weke hêza herî bibandor a şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê binav dikin.[5][6]

     Rojavê Kurdistanê
hersî Kantonên demî yê Rojavayê Kurdisanê, Feb.2014
     CIZÎRÊ     KOBANÊ:Şerê geran dinavbera YPGê û ISIS     EFRÎN

Hejmara hêzên şervanên YPGê 50.000 heta 65.000 in.[çavkanî hewce ye] Di 2014an de fermandarê giştî yê YPGê Sîpan Hemo bû.

rewşa leşkerî di Rojava de, Oct.2014
     ji Kurdan ve kontroll keryê     ji ISIS-Daiş ve kontroll keryê     ji Oppositionê ve kontroll keryê     ji Rêjîma Suryê ve kontroll keryê

Ala YPG’ê

Li ser zemîna zer stêrka sor, di beşa jêr de, bi tîpên mezin û kesk “YPG” bi şeklekî kevane ber bi jor ve tê nivîsandin. Li beşa jor jî bi rengê kesk, ber bi jêr ve bi şeklê kevaneyê, “Yekîneyên Parastina Gel” tê nivîsandin. Li herdû aliyên alê 4 santin rengê kesk cîh digire.

Îdeolojî

Îdeolojiya YPGê xwe dispêre prensîbên konfederalîzma demokratîk, felsefeya siyasî ya ku j aliyê rêberê PKKê Abdullah Ocalan ve hatiye xêzkirin. Di bingeha vê îdeolojiyê de fikra civakek nenavendî, rasterast demokratîk a ku li ser bingeha hevkarî û hevgirtinê dildar e.

YPG ji bo afirandina civakeke ku ji nijadperestî û navendîparêziyê wêdetir be, bi biryar e. Ew hikûmetên otorîter, tundrewiya olî û tepeserkirina hindikayiyên etnîkî red dikin. Di vîzyona wan de civakek pir etnîkî û pir olî heye ku tê de hemû kom, gel û ol – kurd, ereb, suryanî, Aramî ûyd- dikarin bi hev re di nav azadî û wekheviyê de bijîn. YPGê tekezî li ser girîngiya mafên jinan û wekheviya jin û mêran dike, tevî ku di nav refên YPGê de gelek şervanên jin û rêxistina leşkerî ya jinan YPJê jî hebin.

Hêmana bingehîn a îdeolojiya YPGê xweparastin e. Ev yekîne di destpêkê de ji bo bersivdana metirsiya DAIŞ û komên din ên tundrew hatin avakirin, lê erkê wan di heman demê de avakirina civakek demdirêj, aram û dadperwer e. YPG piştgirî dide fikra “vegera li ser kok” ango vejandina nirxên kevneşopî, komun û bi rêzgirtinê li xwezayê. Prensîbên ekolojîk di îdeolojiya wan de rolek girîng dileyzin, ji ber ku ew ji bo pêşkeftina domdar û parastina jîngeha xwezayî hewl didin.

YPG li dijî îstîsmara kapîtalîst û nêzîkatiya aborî ya neolîberal e û xwe dispêre aboriya hevpar a li gorî pêdiviyên civakê. Armanca wan xurtkirina civakên herêmî û nemerkezîkirina hêza pargîdanî û dewletên mezin e. YPG xwe weke parçeyekî berxwedaneke cîhanî ya li dijî emperyalîzm, kolonyalîzm û bêedaletiya aborî dibîne.

YPG ne tenê bi çekan, di asta siyasî de jî têdikoşe, feraseteke alternatîf a civakeke adil ku hemû gel bigihîne pêş dixe. Di pratîkê de ev tê wê wateyê ku ji bilî çalakiyên leşkerî, însiyatîfên siyasî û civakî jî pêş dixin. Ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk a li ser esasên xwerêveberî û berpirsyariya kolektîf tevdigerin. YPG ne tenê rêxistineke leşkerî ye, di heman demê de li Rojhilata Navîn sembola hêviyê ya alternatîf û paşerojeke adil e.

YPGê bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞê û tehdîdên din, weke parêzvanê azadî û mafên mirovan a navneteweyî bi dest xist. Her tim tekez dikin ku berxwedana wan ne tenê şerekî leşkerî ye, lê têkoşîneke civakî û bîrdozî ye jî. Nêrîna wan a civaka demokratîk li ser nirxên azadî, wekhevî, biratî û edaleta civakî ye.

Armanc

Di çarçoveya Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Zayendî de bi armaca parastina civaka polîtîk û exlaqî ya ku li Kurdistanê tê avakirin, xwebirêxistinkirinê esas digire. Di serî de gelê kurd ê Rojavayê Kurdistanê, bêyî ku cudahiya ol, ziman, netew, zayend û partiyan bike di çarçoveya berjewendiyên demokratîk û netewî de, bi armanca azadiya hemû netewên Rojavayê Kurdistanê xwe birêxistin dike, li dijî her cure êrîşên derve û hundir parastina rewa wekî erkekê dibîne. Lewre jî YPG hêzek parastinê ya netewî ye, girêdayî tu hêzek siyasî nîn e û di çarçoveya parastina berjewendiyên netewî de li gorî biryarên Desteya Bilind tevdigere.

YPG xwe wekî Fermandariya Giştî û fermandariyên jêrîn birêxistin dike. Li gorî vê yekê, Biryargeha Giştî di serî de li herêma Cizîrê, xwe li her qadekê birêxistin dike. Biryargeha Giştî li ser 3 navendan tê birêxistinkirin. Navenda yekemîn Biryargeha Cizîrê, ya duyemîn Biryargeha Kobanê, ya siyemîn jî Biryargeha Efrînê ye.

Saziya herî jor a YPG’ê, Civîna Meclîsa Leşkerî ye. Salê carekê civîna xwe li dar dixe.

Biryargeha Giştî; ji bo ku kar baş bêne birêvebirin, saziyên wekî “Lojîstîk, Arşîva Sicîlan, Cebilxane, Maliye û Kurye) ava dike.

Hêza leşkerî

YPG; ji 3 beşên esasî pêk tê. Ev beş jî ev in:

  • Hêzên profesyonel
  • Yekîneyên berxwedanê yên veşartî
  • Hêzên herêmî

wekî din, hêzên Milîs, hêzên Sînora hene. Herwiha Hêzên Taybet ku bi navê The Lions of ROJAVA (wata wê: Şêrên Rojava) tên naskrin. Ev Hêz di Sala 2014 de hatye Damezrandin.

Hêzên profesyonel

Ev yekîne ji yekîneyên pispor ên YPG’ê pêk tên. Ji kesên ku 24 saeten tevlî xebatên YPG’ê dibin, di perwerdeyên siyasî û leşkerî re hatine derbaskirin û di stratejiya parastina rewa de pispor bûne pêk tên.
Fermandariyên eleqedar, ji bo endamên ku di nava yekîneyên profesyonel de cîh digirin di demên ku şert û merc hebin de, dikarin destûrê bidin. (Mehê hefteyekê destur dikare bê dayîn.)

Hêzên herêmî

Yekîneyên Herêmî, hêzên parastina cewherî yên gel in. Parastina rewa ji bo demokratîkbûna gel pêk tînin. Bi armanca pêşvebirin û parastina wekhevî û azadiyê;birêxistinkirin û birêvebirinê esas digirin. Endamên Yekîneyên Herêmî hêzên şerker ên gel in. Di nava girseya gel de, bêyî ku ji jiyana civakî veqetin, tevlî xebatên leşkerî dibin.

  1. Bêyî ku ji jiyana sivîl û civakî qut bibin, xwedî hêzên leşkerî yên welatparêz in û girêdayî madiyatê nîn in, xwedî hişmendiyek diyar in.
  2. Xwedî her cure fedakariyê ne û berjewendiyên gel diparêzin.
  3. Bi riya perwerdeyan di warê taktîk û teknîka leşkerî de têgihiştî ne.
  4. Di warê parastina cewherî de pispor in û li gorî armancên siyasî tevdigerin.
  5. Endamên yekîneyên herêmî, ji bilî xebatên xwe di nava xebatek din de cîh nagirin.
  6. Peywîra xwe ji bo hedefek din bikar naînin û bi peywîra xwe ve girêdayî ne.
  7. Ji bo ku jiyana xwe ya civakî jî bidomînin, kar dikin. Li hemberî malbatên xwe berpirsyar in, bi tu awayî jiyana civakî û xebatên yekîneyê tevlîhev nakin. Zemîna neweyî ku hinek kes bikar bînin çênakin.
  8. Ji bo ku peywîrên xwe yên welatparêziyê bicîh bînin, bi awayekî dildarî tevlî xebatên yekîneyan dibin. Endamên yekîneyan bi awayekî keyfî nikarin dest ji peywîra xwe berdin.

Ji Pêvî Hêzên YPG, Hêzên Milîs, Yekîneyên Sînoran û Asayîş hene.

Hêzên milîs-Hêzên Parastina Cewherî HPC

Li gorî bajar û gundan li gorî pêwîstiyan dikare hêzên milîs jî werin avakirin

Yekîneyên Sînoran

  1. Di bingeha qereqolên li ser sînor de, li gorî sîstema bolukan xwe birêxistin dikin.
  2. Sîstema bolukan ji 3 qereqolan pêk tê. Li her qereqolekê taximek heye.
  3. Yekîneyên sînoran, bi nobet, dewriye û pusuyan hatin û çûna li ser sînor kontrol dike.
  4. Di yekîneyên sînoran de, ji bilî fermandarên qereqolan telefon nayên bikaranîn, danustendin bi cîhazan çêdibe.
  5. Li ser sînor, ji bilî cihên hatine diyarkirin, hatin û çûn qedexe ye. Rayeya kesan a ku destûrê bidin nîn e.
  6. Ger ku hatin û çûna bêyî destur çêbibe, lêpirsîna pêwîst tê kirin, amur têne desteserkirin. Kesên têne binçavkirin bi tiştên li gel wan re radestî cihên têkildar (eleqedar) têne kirin.
  7. Li qereqolên sînor, xebatên pêwîst ên binesaziyê têne meşandin.
  8. Hêzên sînoran, talîmnameya jiyanî û xebatê derdixînin.

Asayîşa rojava

De Meha Tebaxê Sal 2015 Hêzên Antî Terrorê HAT , yê ku weke beşek Taybet ji Asayîşen Rojava, hat avakerin.

Di Sala 2014 de hatye Damezrandin, eu hemu endamê wê ji Welatên dervî Rojava bitaybetî weku Amerika, Europa û Australia.

Birêxistinkirina YPG’ê

Rêxistinkirina Jin

  1. Di nava hêza YPG'ê de jin birêxistinkirina xwe bi awayek xweser(özgün) çêdike.
  2. Di nava YPG'ê de li her qadê jin ji sedî 40 xwe rêxistin dike.
  3. Hêza jinan a ku di nava YPG'ê de cih digre hêza parastina hemû jinên Rojavayê Kurdistanê ye.
  4. Hêza jin ê ku di nava YPG'ê de cih digre, di pêkanîna armanca YPG'ê de pêşengiyê dike.
  5. Paye (tayîn) û diyarkirina (terfi) hêza jinên ku di nava YPG'ê de cih digre ji aliyê fermandariya jin ve tê pêkanîn.

YPJ Yekîneyên Parastina Jin

  • Navê Rexistinê: YPJ (Yekîneyên Parastina Jin)
  • Amblema YPJ: Li ser zemîne kesk stêrka sor, bi rengê zer jî li derudora stêrkê navê rêxistinê were nivisandin.
  • Armanç: Di çarcovaya Paradîgmaya Civaka Demokratîk,Ekolojîk û Azadiya Zayendî di xeta parastina Rewa de têkoşînkirin di serî de li hemberî hemû êrişên li ser civak, jin û nîrxen gelê me ji bo derbaskirina pergala 5 hezar sal ya baviksalarî, dewletperestî, ji bo avakirina Suriyeke demokratîk û Kurdistaneke azad li hemberî pergala serdestiya artêşa zilam, cinsîyetperestî, olperestî, netewperestî û zanistperestî hêza yekîneyên xweser avadike. Hêza parastina rawa ya jin û têkoşîna azadiya jin digire bin ewlehiyê.

Fermandariya Akademiyan

  1. Fermandariya YPG’ê: Li gorî rêziknameyê tê diyarkirin û bi riya şaxên leşkerî ji bo perwerdekerina namzetên YPG’ê, Fermandariya Akademiyan ava dike.
  2. Fermandariya Akademiyan, girêdayî Fermandariya YPG’ê bi riya şaxên jêrîn xwe birêxistin dike. Navên akademiyan wekî; “Akademiyên Leşkerî Yên Şehîd Xebat” têne diyarkirin.
  3. Di perwerdeyan bi riya bernameyên siyasî û leşkerî, avakirina hişmendiya demokratîk, netewî û jiyana azad, qezenkirina terz û pîvanan esas tê girtin.
  4. Di akademiyan de di bingeha stratejiya modern û xeta parastina rewa de, bi perwerdeyên taktîk, teknîk û bîrdozî leşkerîbûnê pêk tîne.
  5. Akademiyên Leşkerî Yên Şehîd Xebat; bi perwerdeyên bingehîn hem namzetên YPG’ê perwerde dike, ji bo ku hêzên YPG’ê profesyonel bibin dewreyên pisporiyê vedike, hem jî ji bo pêşwazîkirina pêdiviya fermandaran, dewreyan vedike.
  6. Akademiyên Leşkerî Yên Şehîd Xebat; wekî Fermandariya Akademiyên Leşkerî, ji jor heta jêr li gorî pêdiviyan xwe birêxistin dike û şaxên xwe vedike.
  7. Fermandariya Akademiyan materyalên perwerdeyê û broşuran amade dike, bernameyên wekî semînaren lidar dixe.
  8. Di bin banê akademiyan de; dewreyên pisporbûn û branşbûnê (çekên giran, sabotaj, suîkast û hwd) têne vekirin.

Akademiyen Leşkerî

  • Akademiya Ş.Agiri li Kobanê
  • Akademiya Ş.Devrim li Qamişlo
  • Akademiya Ş.Dilovan li Dêrikê
  • Akademiya Ş.Dilbrîn li Hesekê
  • Akademiya Ş.Çekjîn
  • Akademiya Ş.Jiyan li herêma dêrıkê
  • Akademiya Ş.Nejbîr li Qamişlo
  • Akademiya Ş.Sadiq
  • Akademiya Ş.Salana li Hesekê
  • Akademiya Ş.Şervîn li Dêrikê
  • Akademiya Ş.Silava û Bêrîvan Dibistana Leşkerî
  • Akademiya Ş.Şîlan li Dêrikê
  • Akademiya Ş.Şîlan li Serêkaniyê
  • Akademiya Ş.Warşîn
  • Akademiya Ş.Xebat li Dêrikê
  • Akademiya Ş.Xebat li Serêkaniyê
  • Akademiya Ş.Xebat li Efrîn ê

Taburên Leşkerî

  • Tabura Ş.Arîn Mîrkan li Til Koçer (YPJ)
  • Tabura Ş.Hêvîda ji bo bîr anîna berxwedana Kobanê hat avakirin(YPJ)
  • Tabura Ş.Lorens li Tıl meerûf, ji kurd û ereban pêk tê (YPG)
  • Tabura Ş.Mizgîn şehîd mizgîn ji dirbêsiyê

Çekên YPG/YPJ

Şerên YPG/YPJ

Sazî

Saziya Lojîstîkê

  1. Di nava Fermandariya YPG’ê de, bi armanca pêşwazkirina pêwistiyan Fermandariya Lojîstîkê tê avakirin.
  2. Peywîra vê fermandariyê ew e ku pêdiviyên fermandariyên leşkerî û yekîneyan pêşwazî bike.
  3. Saziya Lojîstîkê li qadek navendî tê avakirin û belavkirina giştî li gorî vê tê kirin.
  4. Saziya Lojîstikê, li gorî butçeya ku ji wê re hatiye veqetandin mesrefan dike. Stendinên li derveyî butçeya xerçkirinê, bi erêkirina rêxistina jor pêk tê.
  5. Amur û tiştên hatine stendin, bi rêkûpêk têne belavkirin, pêşiya ferasetên madî tê girtin û li ser derfetan xerçkirin nayê kirin.
  6. Nirxên komînal û demokratîk esas tên girtin. Kollektifî, hişmendî û birêxistinî esas tê girtin.
  7. Pêdiviyên 6 mehan têne depokirin

Saziya Arşiva Sicîlan

  1. Saziya Arşîva Sicîlan girêdayî Fermandariya YPG’ê, sicîlên hêzên parastinê bi awayekî birêkûpêk arşîv dike.
  2. Li her biryargehekê xebatên arşîvê tên meşandin û bi awayekî birêkûpêk agahî ji yekîneya navendî ya sicîlê ya li Biryargeha Navendî re têne şandin.
  3. Saziya Arşîva Sicîlan, agahiyên nasnemeya her endamekî/ê li dosyaya wî/ê bicîh dike.
  4. Di bin banê vê saziyê de xebatên çapemeniyê têne birêxistinkirin.
  5. Agahiyên arşîvê veşartî têne girtin û bi baldarî têne parastin.

Saziya Cebilxaneyê

  1. Hem li Biryargeha Navendî hem jî li biryargehên girêdayî navendê cebilxane têne çêkirin.
  2. Ev sazî di warê parastina cebilxaneya heye de berpirsyar e. Cebilxaneyê bi awayekî birêkûpêk qeyd û depo dike.
  3. Cebilxaneya îhtiyat û ya zêde li cihên pêwîst belav dike û di parastina wê de berpirsyar e.
  4. Rewşa şerekî pêkan her tim li ber çavan digire û li gorî wê cebilxaneyan depo dike û vala vala cebilxaneyan bikar naîne.
  5. Stendina cebilxane ji aliyê navendên diyar ve tê kirin, Saziya Cebilxaneyê jî bi van navendan re di nava têkiliyê de ye.
  6. Ji cebilxaneya ku li gorî hêzan tê belavkirin, fermandariyên têkildar berpirsyar in.

Maliye

  1. Ev beş girêdayî Fermandariya Giştî xwe birêxistin dike. Ji çêkirina polîtîkayên malî berpirsyar e.
  2. Hemû dahatû û lêçûnan kontrol dike.
  3. Ji afirandin û çêkirina çavkaniyan berpirsyar e.
  4. Bi awayekî birêkûpêk ji her qadekê raporên malî digire û rapora xwe pêşkêşî rêxistina jor dike.
  5. Di warê malî de, ji Saziya Lojîstikê berpirsyar e.
  6. Ji pêdiviyên hevpar û stendinên (kirîn) mezin berpirsyar e.

Sîstem YPG

Di birêxistinkirina YPG’ê de, sîstema ku li ser 3 lêngan tê avakirin esas e. Li gorî vê yekê;

  • Tîmek ji 3 an jî 5 kesan pêk tê.
  • Ji 2 tîman taximek tê avakirin.
  • Ji 3 taximan boluk tê avakirin.
  • Ji 3 bolukan tabur tê avakirin.
  • Biryargeha eyaletan di heman demê wekî biryargeha tugayan tê birêxistinkirin.

Sûnda Endamtiya YPG’ê

Di bingeha Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Zayendî de, li ser esasê ku ezê civaka exlaqî û polîtîk bi parêzim, bêyî ku cudahiya ol, ziman, netew, mezhep, zayend û partiyan bikim, li dijî hemû êrîşên derve û hundir parastina rewa esas bigirim, li ser bingeha rêziknameya YPG’ê, bêyî ku li pey berjewendiyên takekesî bigerim, ezê bi cesaret, disîplîn û bibiryarî tevlî bibim, li hemberî her cure zehmetiyan bi îrade û hêzek mezin serkeftinê esas bigirim. Di vê çarçoveyê de.

Moralên leşkeran

Endamên YPG’ê di çarçoveya dildarî û parastina berjewendiyên netewî yên gelê kurd û bingeha welatparêziyê de, bi awayekî exlaqî û wijdanî, ji bo avakirin û parastina civakek demokratîk û azad tevlî dibin.

Sûc û Ceza

YPG, ji ber ku birêxistinkirinek leşkerî ye, her wiha ji ber ku di bin siya xwe de hêza profesyonel, yekîneyên herêmî û yekîneyên berxwedanê dihewîne, di warê hinek mijarên hevpar de sûc û ceza di bin 2 beşan de tê nirxandin.

  • a-Sûcên Şer (Sûcên di rêza yekemîn de)
  • b-Sûcên binpêkirina disîplînê

Sûcên şer li dadgehên leşkerî, binpêkirinên disîplinê jî di platformên rêxistinî de têne nirxandin û encam tên girtin. Sûcên ku dê li dadgehên leşkerî di rêza yekemîn de bêne nirxandin;

  • a-Sîxuriya (ajantiya) ji bo dijmin.
  • b-Îxaneta li dijî nirxên şoreş û têkoşînê
  • c-Li dijî xeta Şaristaniya Demokratîk û têkoşîna azadiyê ya gel xetabên xirabkirin û hilweşandinê, li dijî hêzên azadiyê xebata xirabkirin û hilweşandinê.
  • d-Di dema serdeçûna hedefê de, valaderxistina çalakiyê û sabotekirina wê.
  • e-Raye û peywîrê ji bo tiştên xirab bikaranîn.
  • f-Ji bilî xeta parastina rewa, bikaranîna şîdetê ya ne dicîh û dema xwe de.
  • g-Bûna sedema şehade rêhevalê xwe.
  • h-Zirardayîna nirxên têkoşîn û gel.
  • i-Li hemberî pergala yekîneyê xirabkirina disîplînê.
  • j- Li dijî yekîneya xwe û gel helwest û tevgerên li dijî exlaq.

Kes û kesên ji aliyê Dadgeha Leşkerî ve wekî sûcdar têne tespîtkirin, ji xebatên leşkerî têne derxistin û biyarên Dadgeha Leşkerî têne bicîhanîn.

Çavkanî

  1. ^ "Will the Islamic State last through 2015?". Today's Zaman. Ji orîjînalê di 5 kanûna paşîn 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 kanûna paşîn 2015.
  2. ^ "Ascent of the PYD and the SDF | The Washington Institute". www.washingtoninstitute.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 2 kanûna pêşîn 2024.
  3. ^ Cook, Steven A. (25 sibat 2016). "Who Exactly Are 'the Kurds'?". The Atlantic (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 2 kanûna pêşîn 2024.
  4. ^ "Kurdish Forces Bolster Assad in Aleppo | The Washington Institute". www.washingtoninstitute.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 2 kanûna pêşîn 2024.
  5. ^ "Turkey v Syria's Kurds v Islamic State". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 28 tîrmeh 2015. Roja gihiştinê 2 kanûna pêşîn 2024.
  6. ^ Bertrand, Natasha. "Turkey slams 'unacceptable' photos of US troops wearing Kurdish patches while they fight ISIS". Business Insider (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 2 kanûna pêşîn 2024.

Girêdanên derve

Read other articles:

For other people named John Baker, see John Baker (disambiguation). British Liberal politician (1828–1909) Sir John Baker Sir John Baker JP (1828 – 9 November 1909) was a Liberal Party politician in the United Kingdom. He was elected at the 1892 general election as one of the two Members of Parliament (MPs) for Portsmouth, and held the seat until his defeat at the 1900 general election, when both Portsmouth seats were won by the Conservative Party. He was re-elected at the 1906 general el...

 

العالم الجديدThe New World (بالإنجليزية) ملصق الفيلممعلومات عامةالصنف الفني فيلم سيرة ذاتية — فيلم رومانسي[1][2][3] — فيلم دراما[4][1][3] تاريخ الصدور 2005 2 مارس 2006[5] (ألمانيا) مدة العرض 131 دقيقة اللغة الأصلية الإنجليزية البلد المملكة المتحدةالولايات المتحد

 

РемельфанRémelfang   Країна  Франція Регіон Гранд-Ест  Департамент Мозель  Округ Форбак-Буле-Мозель Кантон Бузонвіль Код INSEE 57567 Поштові індекси 57320 Координати 49°16′17″ пн. ш. 6°30′38″ сх. д.H G O Висота 195 - 301 м.н.р.м. Площа 3,3 км² Населення 146 (01-2020[1]) Густота 37,...

StupčevićiСтупчевићи Localização País  Sérvia Província Sérvia central Região Stari Vlah Distrito Zlatibor Município Arilje Características geográficas População total (2011) 968 hab. Altitude 392 m Código postal Stupčevići (em cirílico: Ступчевићи) é uma vila da Sérvia localizada no município de Arilje, pertencente ao distrito de Zlatibor, na região de Stari Vlah. A sua população era de 968 habitantes segundo o censo de 2011.[1][2] Demogr...

 

Science and technology museum in Illinois, U.S.Museum of Science and Industry, ChicagoThe south facade of the Museum of Science and Industry overlooks a reflecting lagoon in Jackson ParkFormer namePalace of Fine ArtsEstablished1933; 90 years ago (1933)Location5700 South Lake Shore Drive(at East 57th Street),Chicago, Illinois, U.S., 60637TypeScience and technology museumVisitors1.5 million (2016)[1]Public transit accessCTA Bus routes:Routes 6 and 28(to 56th Street and...

 

Skyline High School. Slauson Middle School. Las Escuelas Públicas de Ann Arbor[1]​ (Ann Arbor Public Schools, AAPS) es un distrito escolar de Míchigan (Estados Unidos). Tiene su sede en la localidad homónima. El distrito se estableció en 1905. Gestiona 32 escuelas y una academia en línea, con 2 500 empleados y 16 815 estudiantes. Tiene una superficie de 125 millas cuadradas. Sirve Ann Arbor y partes de ocho municipios.[2]​ Escuelas preparatorias (high schools) Barri...

Mass of a particle when interacting with other particles For negative mass in theoretical physics, see Negative mass. In solid state physics, a particle's effective mass (often denoted m ∗ {\textstyle m^{*}} ) is the mass that it seems to have when responding to forces, or the mass that it seems to have when interacting with other identical particles in a thermal distribution. One of the results from the band theory of solids is that the movement of particles in a periodic potential, o...

 

Kalamba di Pokekea, Sulawesi Kalamba, merupakan sebuah benda megalitik berbentuk seperti drum/tong batu yang berbentuk silinder terpotong, yang umumnya ditemukan di Situs Megalitik Pokekea di Lembah Behoa, Lore Tengah. Dalam bahasa Besoa diartikan sebagai perahu dan tutupnya disebut tuatena. Kalamba yang ditemukan ini diduga berfungsi sebagai wadah penguburan. Di situs Pokekea, terdapat 29 buah Kalamba yang sebagian besar terletak pada bagian tengah situs. Secara garis besar, wadah Kalamba ya...

 

この記事は検証可能な参考文献や出典が全く示されていないか、不十分です。出典を追加して記事の信頼性向上にご協力ください。(このテンプレートの使い方)出典検索?: 中野警察署 東京都 – ニュース · 書籍 · スカラー · CiNii · J-STAGE · NDL · dlib.jp · ジャパンサーチ · TWL(2014年9月) 警視庁中野警察署 都道府県警察 警...

1922 Broadway musical The Blue KittenLyricsOtto Harbach and William Cary DuncanBookOtto Harbach and William Carey DuncanPremiere1922: Selwyn Theatre The Blue Kitten was a 1922 Broadway musical with a book and lyrics by Otto Harbach and William Cary Duncan and music by Rudolf Friml.[1] It premiered at the Selwyn Theatre on January 13 1922 and ran until May 13, 1922, totaling 140 performances.[1] Victor Morley and Marion Sunshine in The Blue Kitten The show was a modest musical ...

 

Stéphanie ForetzKebangsaan PrancisTempat tinggalBoulogne-Billancourt, PrancisLahir03 Mei 1981 (umur 42)Issy-les-Moulineaux, PrancisTinggi166 m (544 ft 7+1⁄2 in)Memulai pro1997Tipe pemainRight-handed (two-handed backhand)Total hadiah$1,881,212TunggalRekor (M–K)570–455 (55.61%)Gelar9 ITFPeringkat tertinggiNo. 62 (24 Februari 2003)Hasil terbaik di Grand Slam (tunggal)Australia Terbuka2R (2003, 2012, 2013)Prancis Terbuka2R (2000, 2003, 2004, 2012)Wimbledon...

 

1909 composition by Arnold Schoenberg Drei Klavierstückeby Arnold SchoenbergPortrait of Arnold Schoenberg by Richard Gerstl, c. 1905EnglishThree Piano PiecesOpus11StyleFree atonalityComposed1909MovementsThree Drei Klavierstücke (Three Piano Pieces), Op. 11, is a set of pieces for solo piano written by the Austrian composer Arnold Schoenberg in 1909. They represent an early example of atonality in the composer's work. Music 2016 performance by Irakly Avaliani The tempo markings of the t...

Purported control of a human body by spirits, ghosts, demons, or gods Not to be confused with Obsession (Spiritism) or Mediumship. Part of a series onParanormal Main articles Astral projection Astrology Aura Bilocation Breatharianism Clairvoyance Close encounter Cold spot Crystal gazing Conjuration Cryptozoology Demonic possession Demonology Ectoplasm Electronic voice phenomenon Exorcism Extrasensory perception Forteana Fortune-telling Ghost hunting Indigo children Magic Mediumship Miracle Oc...

 

American multinational investment bank and financial services corporation Citibank N.A., Kingdom of BahrainTypeSubsidiary of CitigroupIndustryBanking, financial servicesFounded1969; 54 years ago (1969)[1]HeadquartersCitibank House Seef districtP.O. Box 548 Kingdom of BahrainArea servedKingdom of BahrainKey peopleMichel Sawaya Chief Executive Officer for Bahrain[2]ProductsCredit cardsRetail bankingCommercial bankingInvestment bankingPrivate bankingFinancial an...

 

1994 video gameStar Trek Generations: Beyond the NexusDeveloper(s)Absolute EntertainmentPublisher(s)Absolute EntertainmentPlatform(s)Game Boy, Game GearRelease1994Genre(s)Action, strategyMode(s)Single-player Star Trek Generations: Beyond the Nexus is a Star Trek video game released for the Nintendo Game Boy and Game Gear in 1994. It was developed and released by Absolute Entertainment, who back in 1993 released Star Trek: The Next Generation - The Advanced Holodeck Tutorial. The space combat ...

Building in Chiba Prefecture, JapanChiba Prefectural Museum of Art千葉県立美術館General informationAddress1-10-1 Chūō-kō, Chūō-kuTown or cityChiba, Chiba PrefectureCountryJapanCoordinates35°36′04″N 140°06′03″E / 35.601165°N 140.100947°E / 35.601165; 140.100947Opened23 October 1974WebsiteOfficial website Chiba Prefectural Museum of Art (千葉県立美術館, Chiba Kenritsu Bijutsukan) opened in Chiba, Chiba Prefecture, Japan in 1974. The focus o...

 

Condado de Granville Condado Ubicación del condado en Carolina del NorteUbicación de Carolina del Norte en EE.UU.Coordenadas 36°18′N 78°40′O / 36.3, -78.66Capital OxfordEntidad Condado • País  Estados Unidos • Estado  Carolina del Norte • Sede OxfordFundación 1746Superficie   • Total 1390 km²  • Tierra 531 mi² 1375 km² • Agua (1.02%) 5 mi² 13 km²Población (2000)   • Total 48 498...

 

Harbour estuary in New Zealand Kaipara HarbourKaipara Harbour opens onto the Tasman SeaLocationNorthland and Auckland Regions, New ZealandCoordinates36°25′S 174°13′E / 36.417°S 174.217°E / -36.417; 174.217River sourcesAraparera River, Hikurangi River, Hōteo River, Kaihu River, Kaipara River, Kaiwaka River, Kaukapakapa River, Kumeū River, Makarau River, Mangakahia River, Manganui River, Mangawai River, Omaru River, Opatu River, Oruawharo River, Otamatea River,...

Questa voce sull'argomento calciatori tedeschi è solo un abbozzo. Contribuisci a migliorarla secondo le convenzioni di Wikipedia. Segui i suggerimenti del progetto di riferimento. Andreas Lambertz Nazionalità  Germania Altezza 175 cm Calcio Ruolo Allenatore - (ex-centrocampista) Squadra  F. Düsseldorf II (Vice) Carriera Giovanili Orken-NoithausenBayer DormagenNorf Borussia M'gladbach2001-2002Neuss2002-2003 Fortuna Düsseldorf Squadre di club1 2003-2015 Fortuna...

 

Iglesia en Olvera. La Ruta de los pueblos blancos es una ruta turística en Andalucía, y capital de los pueblos blancos.España, que comprende gran parte de los pueblos de la comarca de la Sierra y algunos de la comarca de la Janda de la provincia de Cádiz y de la Serranía de Ronda, en la provincia de Málaga. Su nombre viene del blanco de las fachadas de las casas de los pueblos, pintadas con cal para repeler el calor. Muchos de estos pueblos pertenecen al parque natural de la Sierra de G...

 

Strategi Solo vs Squad di Free Fire: Cara Menang Mudah!