Sezai Temelli (jdb. 15ê tîrmeha 1963 li Stembolê, Tirkiye) ramyar, hevdamezrîner û hevserokê berê yê HDP ye.
Jiyan
Temelli li Fakulteya Aborî ya li Zanîngeha Stenbolê zanista fînansê xwend. Ew doktoraya xwe wergirt û wek mideris di beşa rêveberiya giştî, darayî û ramyariyê de xebitî û piştî hewla derbeya sala 2016an hate ji kar derxistin. Temelli ji 25-ê serdema zagonî ve endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê bû. Ew di hilbijartinên çiriya paşîn 2015 de hate hilbijartin. Temelli ji 11-ê sibata 2018an ve digel Pervin Buldan HDPê ye. Pasaporta Temelli di gulana 2018 de hate desteser kirin. Temelli daxwaza serbestberdana Selahattin Demirtaş û ramyarên din yê girtî yê HDPê dike.[1][2]
Temelli zewicandî ye û bavê zarokekî ye.
Çavkanî