Gundê Rişave yek ji gundên devera Nihêlê ye.
Niha gundê Rişave kavilê û piraniya xelkê gundî nuke li nehiya Dêrelûkê û li bajêrê Amêdiyê û Duhok û deverên din yen kurdistanê akincî ne û jiyan dikin. Gelek ji wan jî niha li Europa, America u Australia jiyan dikin u akincîne.
Dîrok
Dîvçon tê kirin....
Akinciyên Rişave
Gundê Rişave gundekî avedan bû û pirî mirov bû. Ji ber nebaşîya jîyrara gundên dewir û ber, gelek ji wan gundan hatine kavil kirin û berev gundê rişave ve hatine ji bo berdewam kirina jîyana xwe. Em dikarin bêjin nêzîkî rojhelatê gundî bi qasî 3km gundek hebû bi navê Qaîda. Ne gûndekî baş bû belkû gelek zehmetî têde hebûn. Ji ber vê çendê jîyanê têde berdewam nekir, lewra xelkê gûndê Qaîdê berev gûndê Reşava ve dihên û akincî vî gûndî dibin û niha wek xelkê gundî dihên naskirin.
Ji bilî gunde Qaîdê, gundê "Giwîziyê" û gundê "Ziliyê" ji akincî gundî bûne û wek Reşavayî tên naskirin.
Ji bilî van gundan gelek xelkê din jî bo akincîbonê berev gundê Reşava ve hatîne.
Wek xelkê gundê Seriyê, û gelek ji muhacirên din jî berev gundî ve hatine û akincî bone wek:
Ev muhacirên ku hatine gundê Rişave û akincî bûne, wek xelkê gundî rêz lê hatine girtin û bûne xelkê vî gundî.
Egerê serekî ku ev xelke berev gundê Rişava ve hatin e ew boye kû xelkê gunde Reşava miletek gelek rêzdar bûne û rêzeka mezin ji xelkê muhacir re girtine û wek xelkê gundî danustandin pê re kirine.
Ji bilî vê çendê Reşava gundekê avedan û pir ciwan bû.
Navê gundî: Rişave, Reşava yan Roşava
Şirovekirna navê gundî bi 3 şêweyan dihêt gotin.
Ew jî ev in, hendek ji aliye dîrokî ve dibêjin: navê gundê Rişave bi Reşê hatiye nav kirin û naskirin, ku ew jî bi vî şêweiy ku dibejin kesek bi navê Reşê ev gunde ava kirî ye, û nevê gundî wek Reşê-ava dihêt gotin ji aliyê hendek ji xelkê vî gundî.
Belê piraniya kesên dîrok nasên vî gundî di bêjin nexêr çi rastî bo vê çendê nîne, û eger jî ewe ku ev gundê di keve bin çiyayeki, û zû roj lê ava di be lewira di bêjin Roj-ava yan Roşava.
Belê ku mirov bêhtir dîvçonê ji bo navê gundî bike, mirov bi navê Rişave behtir jê bawere, û belê rastî ye ku navê gundî yê dirust Rişave yê. Jiberku gundê Rişave an Rişava dikeve serê çiyaye Metîn bi bilindahî ya 980m. Kanîyên vî gundî gelekin û gundekê bi av u kanî ye, ava van kaniyan diherike an dirêje li binara vî çiyayî. Di be lewira navê gundî bi rûbûna avê hatiye navkirin ku, [[av]]-riş an Riş-av, Ku nuke buye Rişava.
Binemalên Rişave
Gundê Rişave bi heşt binemalan pêk dihêt.
Navên binemalan eve ne: