Rûvî an Rovî , memikdareke ji malbata kûçikan e ku bi giştî di reng sorîn de ne. Ajal xwedî devekê tuj û dirêj, guhek sêgoşeyî û xwedî poçek bi pirç û dirêj in. Rovî ji şîrdarêm û goştxwarên biçûk û navîn in, ên ku bi ser çend regezên malbata Sehan (Canidae)re ve ne. Wan serên pehn û gûhên rast û sêgoşeyî û pozek tûj û dirêj, hinekî hilkişiyayî û kurîyek/dûvikek dirêj û têr mû hene [1]
Rovî li her cihekî li dinyayê dijîn ûdi belbelavin, lê ji bilî Antarktika. Cûrê herî zêde û belbelav ji wan roviyên sor in. (Vulpes vulpes) ên ku nêzîkî 47 ne.[2] Belavbûna hijmar mezin a roviyan di cîhanê de, karî ne bi navûdengîyeka xwirt û cihê xwe di çanda û folklorê li gelek civakên cîhanê de bikin.
^Macdonald, David W.; Sillero-Zubiri, Claudio, edîtor (2004). The biology and conservation of wild canids (Çapa Nachdr. d. Ausg. 2004.). Oxford: Oxford University Press. r. 49. ISBN978-0198515562.
^Lloyd, H.G. (1981). The red fox (Çapa 2. impr.). London: Batsford. r. 21. ISBN978-0-7134-11904.