Ir ha-Kodesh (Bajarê Pîroz), Bayt al-Maqdis (Mala Pîrozî), Bait-ul-Muqaddas[1]
Orşelîm li ser nexşeyê
Xeletiya Luayê di Modul:Nexşeya_cihan de, li ser rêza 512: Unable to find the specified location map definition: "Module:Nexşeya cihan/dane/împeratoriya Bîzansê" does not exist.
Orşelîm (Urşelîm) yan Quds (bi îbranî: יְרוּשָׁלַיִם, lat.Yerushaláyim; bi erebî: القُدس, lat.al-Quds; bi zimanê misrî yê kevin Ruşalimum, bi zimanê asûriyan ê kevin Urusalim an jî Urisalimmu; bi zimanê yewnanî ê kevin Hiyerosolyma[çavkanî hewce ye]) bajarekî rojavayê Asyayê ye Li ser deştek li çiyayiyên di navbera Deryaya Navîn û Deryaya Mirî de ye. Orşelîm yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye û ji bo sê dînên sereke yên îbrahîmî: Cihûtî, Xiristiyanî û Îslamê wekî bajarekî pîroz tê binavkirin. Ji ber ku Îsraêl saziyên xwe yên sereke yên hikûmetê li wir diparêze û Dewleta Filistînê di dawiyê de wê wekî kursiya desthilatdariya xwe pêşbîn dike, hem Îsraêl û hem jî Filistîn bajarê Orşelîmê wekî paytexta xwe îdîa dikin.
Di dema Îbrahîm de Melkîsedek li Orşelîmê padîşah û kahîn bû (Destpêkirin 14:18).
Wek ku ji "Nameyên el-Amarnayê" kifş dibe ,[çavkanî hewce ye] Orşelîm di sedsaliya 14'an berî zayînê de, di destê misriyan de bû.
Piştî misriyan û heta dema Dawid padîşah, bajar di destê yêbûsiyan de ma.[çavkanî hewce ye]
Di sala 1000 berî zayînê Dawid Orşelîm vegirt (Samûêl II, 5:6-10) û kir peytexta xwe û kurên xwe. Ev wilo ma heta ku 587 berî zatînê padîşahê babîloniyan Nebûkadnesar êrîşî Orşelîmê kir û bajar ket destê wî.
537 berî zayînê padîşahê farisan Kîros destûr da cihûyan ku ji Babîlê vegerin cihê xwe û peytexta xwe dîsa ava bikin.
Di sala 70'ê berî zayînê serleşkerê romayî Tîtus bi artêşa xwe ve Orşelîm vegirt, şûreyên bajêr hilweşandin û gelek xanî jî xera kirin.
Di serîhildana Bar Koxba de (132 piştî zayînê) artêşa romayiyan careke din ket Orşelîmê û hemû cihû hatin sirgûnkirin; hingê romayiyan jî navê bajêr danî Eliya Kapîtolîna.[çavkanî hewce ye] Bi vê yekê dixwestin ji pûtekî wan ê bi navê "Yûpiter Kapîtolînus" re hurmetê bikin.
638 piştî zayînê misilman ketin Orşelîmê û navê bajêr kirin Quds, yanî "pîroz".[çavkanî hewce ye]
Navên cuda yên bajarê Orşelîmê
Bawermendên mesîhî û misilman bajar wekî "Bajarê Pîroz" (bi îngilîzî: the Holy City), "Qudsa Pîroz" û "Qudsa Şerîf" (Kudüs-i Şerif, Quds ash-Sharif) bi nav dikin.
Galerî
Mertala Orşelîmê
Alaya bajarê Orşelîmê
Dîwarê rojava yê Orşelîmê
Çavkanî
^"Baitul Muqaddas". Book Home. 1 kanûna paşîn 2007 – bi riya Google Books.
1 Bi piranî weke beşa Asayaya Navîn tê dîtin. 2 Bi giştî weke Taywan tê nasîn. 3 Navê tevahî Sri Jayawardenapura Kotte. 4 Fermî. 5 Kargêrî. 7 Dikeve Başûrrojavayê Asyayê lê bi Ewropa re pêwendiyên sosyo-polîtik hene. 9 Dikeve ser Melanezyayê lê bi Başûrrojhilatê Asya re pêwendiyên sosyo-polîtîk hene.13 Li gorî hinek danasînan weke beşa Malenezya tê dîtin.