Keyaniya Bavyerayê (bi almanî : Königreich Bayern , bi bavyerîKinereich Bayern) dewletek li Ewropaya Navendî bû. Ew dewleta Bavyerayê di dema serweriya keyên Bavyerayê di navbera salên 1806an û 1918an de destnîşan dike. Jêdera keyaniyê peymana bavyerî-fransî ya Brnoyê ji 10-12-ê kanûna pêşîn, 1805an û di Aştiya Pressburgê de di 26ê kanûna pêşîn, 1805an de di navbeyna damezrînerên împeratorê Fransayê Napoleon Bonaparte û împeratorê romayî--lman û awistirî Franz II./I. de bû , ji ber ku Awistirya niha neçar ma ku kontiya Tîrolê û Vorarlbergê bide Bavyerayê. Di 1ê kanûna paşîn a 1806an de, elektor Maximilian IV li Munîhê wekî Key Maximilian I Joseph hate ragihandin.