Hîtît, di dîrokê de dewleteke ku li Anatoliyayê hukumdarî kiriye ye. Ji ber ku bi zimanekî hind û ewropî diaxivîn, mîna gelekî Hîndo Ewropî tên qebûlkirin. B.Z. di salên 2000'an de hatine Anatolyayê û li ser Mîrtiyên Hattî serdestiya xwe danîne. Paytexta Hîtîtan Hattûşaş (Bogazkoy) e. Keyê wan ê yekemîn Pithana ye.