Gola Hezarê (bi tirkî: Hazar Gölü, bi ermenî: Ծովք լիճ, Covk‘ lič), goleke tektonîk a li Bakurê Kurdistanê ye ku bi daketineke girseyî ya ax a ji ber şikestekan daketiye derketiye holê. Gol li kêleka navçeya Xûx a ku bi ser parêzgeha Xarpêtê ve ye û ber bi aliyên başûrê rojava û bakurê rojhilat ve bi dirêjahiya 22 kîlomêtreyan dirêj dibe.
Çêbûn
Gola Hezarê li ser xeta şikesteka herî dirêj ê cîhanê ye. Gola Hezarê li ser pergala riftê ye ku golên tektonîk ên li rojhilatê Afrîkayê çêkiriye. Ev pergal ku şikestekeke lêdanê ye ku dibe sedema tevgerên erdê ku berrast û berjor dikeve tevgerê. Gola Hezarê ji ber daketineke girseya axê ku di encama tevgerên şikestekê de pêk hatiye çêbûye.
Dîrok
Di lêkolînên di bin ava golê de şopên bermahiyên bajarekî hatiye dîtin ku dîroka wî ji 2000 salên b.z. ve vedigere. Li gorî lêkolînên ku di binê golê hatiye kirin tê texmînkirin ku bajar ji sala 1830an ve di bin avê de ye.
Di sala 2017an de hatiye dîtin ku di binê golê de bermahiyên dêran, dîwarên kelehê, dîz û lewheyên bi emay/emayekirî yên kelehê ku şopên bîzansiyan lê hene hatine dîtin.[1]
Gol
Awayê golê elîptîk e û dirêjahiya golê 22 kîlomêtre dirêj e û firehiya 5–6 kîlomêtre berfireh e. Gola Hezarê yek ji golên kûr ên Bakurê Kurdistanê ye. Derbarê kûrahiya golê de nezelaliyeke heye. Di derbarê kûrahiya golê de çend pîvanên cihêreng hatiye diyarkirin. Li gorî pîvanan xala herî kûr ê golê bi qasî 213 mêtre li dawiya bakurê rojhilatê golê ye. E. Huntington ku li ser golê lêkolîn kiriye kûrahiya 213 mêtre diyar kiriye. Di lêkolîna ku di sala 1987an de hatine kirin de cihê herî kûr a golê 80 mêtre hatiye diyarkirin.[2]
Gola Hezarê 20 kîlomêtre li rojhilatê Xarpêtê di navbera çiyayên Torosê de cih digire. Li bakur Çiyayê Mestarê (1724 m), Çiyayê Çelembikê (1747 m) û li başûr ji aliyê Çiyayê Hezarbaba (2347 m) ve hatiye dorpêçkirin. Rûbera golê 1248 mêtre ji asta deryayê bilind e û qada rûava golê 81 km² ye. Qada barîna baran a hewzeya golê 277 km² ye.[2]
Ji ber ku gol li herêmeke nîvziwa ye li gorî demsalan di asta ava golê de guhertin pêk tên. Asta herî nizim ê golê di mehên kanûnan de çêdibin û asta herî bilind jî di mehên hezîranan de çêdibin. Cudahiya bilindbûn û daketina asta salane ya navînî 41 santîmêtre ye.[2]
Li ser Gola Hezarê santralên hîdroelektrîk ên wekê Hezar-1 û Hezar-2 ku bi cihûkên ku 28 mêre di binê golê de hatine vekirin hatine çêkirin ku di heman demê de dibin sedem ku avek girîng ji golê derkeve. Ji ber van santralên hîdroelektrîk ên ku asta ava golê kêm nebe hinek çem ber bi golê ve hatine veguhastin. Di heman demê de ji qada dagirtina aluvyonan a li rojhilatê golê di binê erdê de derketineke ava veşartî heye ku yek ji çavkaniyên Çemê Dîcleyê ye.
Wêne
-
Dîmenek ji Gola Hezarê û navçeya Xûxê.
-
Gola Hezarê di mehên zivistanê de
-
Dîmenek ji Gola Hezarê.
-
Gola Hezarê di mehên havînê de.
Çavkanî