Edirne (1928: ادرنه[1](Edirne), navê fermî bi tirkî: Edirne, bi yewnaniya kevn: Ἁδριανούπολις, lat.Hadrianopoúlis navê berê yê bajêr bû, bi latînî: Hadrianopolis "Bajarê yê Hadrianus", bi yewnanî: Αδριανοπούλη, lat.Adrianopoúli, bi bulgarî: Одрин, lat.Odrin), bajarekî di rojavayê Tirkiyeyê di herêma Trakyayê. Nifûsa bajêr di sala 2019an bi 165.979 nîştecîhan hat pêşbînîkirin.
Dîrok
Edirne bajarekê kevin e. Mirov li wir herî pêş de li dor sedsala 5an b.z. de bicih bû. Dîrok de ew bi navên ciyawazî hat navkirin. Ew li ber Rom dema trakiyan de bi navê Odrysai nav kirin.
Paş Roman li trakiyan ew stand şunda împerator Hadrianus di 125 b.z. de ji bo mezinkirin û çakkirina bajêr ferman kir û bi navê Hadrianapolis (ango "Bajarê Hadrianus") nav kir. Ew paşê çerixa Adrianapolis û bi dawî jî dema osmanan çerixa rewşa îroj bû.