Binali Yıldırım (jdb. 1955, Gercan),[1] siyasetmedarekî tirk e û 27em serokwezîrê Tirkiyeyê ye.[2] Ew endamê damezrîner e û ji Gulana 2016an heta Gulana 2017an serokê Partiya Dad û Geşedanê (AKP) ya desthilatdar bû. Yıldırım wek peyrewekî dilsoz ê serokkomar Erdoğan tê dîtin. Yildirim ji sala 2021ê vir ve Alîkarê Serokê Giştî yê AKPê ye.
Jiyana pêşîn û perwerde
Binali Yıldırım di sala 1955an de li Gercanê di parêzgeha Erzînganê di malbetekê kurd ku ji Rihayê koçkir hatiye dinyayê.[2] Ji malbata wî cîranekî Elewî navê Binali lê kiriye; bi erebî tê maneya “kurê Elî”.[3]
Yıldırım li Zanîngeha Teknîkî ya Stembolê li Fakulteya Endezyariya Keştiyê û Endezyariya Behrê xwendiye. Wî perwerdeya xwe ya pispor li Zanîngeha Deryaya Cîhanê li Malmö wergirt.[4]
Pêşveçûn
Parlamenter
Yildirim ji 14ê cotmeha 2002an heta 22yê tîrmeha 2007an endamê Partiya Dad û Geşedanê (AKP) ya Herêma hilbijartinê a yekê ya Meclisa Mezin a Stembolê bû. Di hilbijartina parlementoyê ya sala 2007an de wek nûnerê parêzgeha Erzinganê kete Meclisa Neteweyî.[5] Di salên 2011, 2015 û 2018an de wek parlementerê parêzgeha Îzmîrê ket parlamentoyê.[6]
Di 12ê Tîrmeha 2018an de wek Serokê Meclîsa 27emîn a Meclîsa Neteweyî ya Tirkiyeyê hat hilbijartin.[7] Ji bo ku di Adara 2019an de li Stembolê di hilbijartina şaredariyê de cih bigire, di Sibata 2019an de ji wezîfeyê îstifa kir.[8]
Wezîrê gehandinê
Yıldırım di kabîneyên 58, 59, 60 û 61ê yên Tirkiyeyê de cîhê wezîfeya gihandinê girtiye, ango 11 sal li pey hev (ji sala 2002 heta 2013an) bû wezîrê gehandinê, ji xeynî bêhnvedana 3 mehan a sala 2007 û 2011.[9][10] Ji ber xala 114an a makezagona Tirkiyeyê 3 meh navber pêwîst bû. Li gorî vê yekê, wezîrê gehandinê, eger ji partiyek be, divê beriya hilbijartina parlamentoyê îstifa bike û li şûna wî kesekî serbixwe were hilbijartin.[9]
Li hember skandala gendeliyê ya li Tirkiyê di sala 2013an de, serokwezîrê wê demê Erdoğan kabîneya xwe guherand û 10 wezîr, ku di nav wan de Yildirim jî hebû, ji kar dûrxist.[11]
Yildirim di kabîneya sêyemîn a kabîneya Davutoğlu de ji 24ê Mijdara 2015an vir ve dîsa wezîrê gehandinê, Deryavanî û Ragihandinê bû.[12]
Namzeta xwe di hilbijartinên serbajaran
Di hilbijartinên herêmî yên 2014an de li bajarê Îzmîrê bû namzetê şaredariyê, lê namzeta Partiya Gel a Komarî (CHP) Aziz Koçaoğlu bi ser ket. Yildirim di hilbijartinên herêmî yên sala 2019an de ji bo şaredariya Stembolê jî bû namzet. Li hemberî siyasetmedarê CHPê Ekrem İmamoğlu winda kir.[13][14]
Serokwezîr
Di 22ê Gulana 2016an de weke serokê AKPê yê li şûna Ahmet Davutoğlu hate hilbijartin û bi vî rengî bû serokwezîrê Tirkiyeyê.[15] Wî hikûmeta xwe di 24ê Gulana 2016ê de pêşkêş kir.
Di 18ê Sibata 2017an de, xuyabûna Yıldırım li bajarê Oberhausen li Almanyayê bû sedema gengeşiyekê û li wir daxwaza danîna rejîma serokatiyê ya ku ji aliyê serokkomar Erdoğan ve li Tirkiyeyê hat belavkirin, hat dayîn.[16] Di çarçoveya reforma makezagonê de di sala 2017an de wezîfeya serokwezîrtiyê hat rakirin.
Jiyana taybet
Yıldırım zewicî ye û sê zarokên wî hene. Di Mijdara 2017an de hat zanîn ku kurên Ahmet û Erkan Yıldırım tevlî Kaxizên Bihiştê bûne.[17] Sedat Peker di sala 2021an de îdia kiribû ku Erkan Yıldırım bi qaçaxçiya tiryakê ya navneteweyî re mijûl e.[17] Yıldırım ji bilî zimanê xwe yê zikmakî tirkî, înglîzî û fransî jî dizane.
Çavkanî