Bi awayekî fermî, ew sektora Sovyetê ya Berlînê bû, ku di 1945 de hate damezrandin. Sektorên Amerîkî, Brîtanî û Fransî bi navê Berlîna Rojava dihatin nasîn. Ji 13ê tebaxa1961an heta 9ê çiriya paşîn a1989an, Berlîna Rojhilat bi dîwarê Berlînê ji Berlîna Rojava dihate veqetandin. Hêzên hevalbendên rojavayî ne Berlîna Rojhilat wek paytexta KDAyê, ne jî desthilatdariya KDAyê ku Berlîna Rojhilat birêve dibir, nas nedikir. Di 3ê çiriya pêşîn a 1990an de, roja ku Almanya bi fermî ji nû ve hat yekkirin, Berlînên Rojhilat û Rojava bi fermî wekî bajarê Berlînê hatin yekkirin.