Şerê Milazgirê, şerekî ye ku di 26ê tebaxa sala 1071an de di navbera Împeratoriya Bîzansê û Împeratoriya Selçûqiyan li nêzîkî Manzikertê (li Milazgir îro ya bi ser parêzgeha Mûşê, li Bakurê Kurdistanê) çêbûye. Têkçûna bi biryar a artêşa bîzansê û girtina împerator Romanos IV Diogenes[1] rolek girîng leyîst di têkbirina desthilatdariya Bîzansê de li Anatolya û Ermenistanê,[2] û destûr da ku hêdî hêdî Anatolya were tirkkirin. Gelek tirkên ku di sedsala 11an de li rojava geriyan, serkeftina li Milazgirê wekî deriyekî Anatolyayê dîtin.[3]
Çavkanî
^Grant, R.G (2005). Battle a Visual Journey Through 5000 Years of Combat (bi îngilîzî). London: Dorling Kindersley. r. 77. ISBN1-74033-593-7.
^Holt, Peter Malcolm; Lambton, Ann Katharine Swynford; Lewis, Bernard (1977). The Cambridge History of Islam (bi îngilîzî). rr. 231–232.
^Barber, Malcolm. The Crusader States Yale University Press. 2012. ISBN978-0-300-11312-9. p. 9